Wezîrê Pêşketinê Muslum Dogan der heqê êrîşên ku PKKya rêxistina terorê dibe ser bendavan da wiha got: "Li herêmê têkiliyên qirêj hene, kî çi dike ne diyar e."
Wezîr Dogan li wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û piştî civînê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Dogan wiha got: "Li Tirkiyeyê mijara sereke ew e ku divê ev xwîn demildest bidin sekinandin", aştî cardin were înşakirin. Ne hikûmet ne paşeroja me ya siyasî û ne partî ji rihê mirovan bi qîmettir nîne. Zarokên welêt beredayî rihê xwe didin, ev nayê qebûlkirin. Em ê di lijneya wezîran da jî vê mijarê bînin rojevê û bêjin ku demildest divê aştî çêbibe û em ê ji bo hatina aştiyê nîqaş bikin."
Dogan pirsa li ser êrîşên bendavan wiha bersivand:
"Li herêmê têkiliyên qirêj hene, kî çi dike ne diyar e. Em li dijî şewitandina wesaît û makîneyan in, ev makîne bi piştgiriya gel hatine çêkirin, amûrên aboriya me ne. Heke bendav ji bo gel werin çêkirin, pêdiviya bendavan hebe, welatê me pêş bixe, em çêkirina wan durust dibînin."
Dogan li ser pirsa "Dema ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê hat Meclisê helwesta we wê çawa bibe" wiha got: "Partiya me wiha difikire; ji bo ku li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde were înşakirin, ji bo ku di navbera gelan da têkiliyên berê xurt bibin, ne durust e ku ji derva va midaxale werin kirin."
"Çareserî ne meseleya 'Qendîlê' ye"
Rojnamegeran bi bîr xist ku di çarçoveya têkoşîna terorê da bi taybetî der heqê rêvebirên payebilind ên Qendîlê en PKKê da kî îxbarê bike, wê xelatê bidin wan û ji Dogan wiha pirsîn: "Heke di lijneya wezîran da nîqaşeke wiha çêbibe helwesta we çi ye?" Dogan wiha got:
"Ev ne çareserî ye, li vî welatî meseleya sekinandina xwînê meseleya 'Qendîlê' nîne. Divê aştiyeke mayînde, aştiyeke birûmet were tesîskirin. Polîtîkaya HDPê ya ji bo vê diyar e. Divê em demildest bibêjin ku bila şer bisekine û divê em aştiyê înşa bikin. Meseleya bingeh ev e."