25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
ANKARA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva di TV 24an da tevlî bernameyekê bû û der barê rojevê da xeberda.
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva der barê operasyona Mûsilê da wiha got: "Heger li dijî Tirkiyeyê gef û talûke hebe, tevî hêzên bejayiyê em ê hemû derfet û îmkanên xwe biemilînin. Heger geşedanên li Iraqê ji bo ewlehî û îstiqrara Tirkiyeyê bibe talûke û gef, çawa li Sûriyeyê talûkeya DEAŞê sebra me nehişt; li vir, li Sîncar û herêmên din jî heger li dijî me gef hebe, tevî operasyonên bejayiyê em ê li gor hiqûqa navneteweyî hemû heq û hêza xwe biemilînin û talûke û gefê berteref bikin."
- "Em dikarin bi derfetên xwe wan derxin"
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der heqê ji Minbicê derxistina PYD/PKKyê da wiha xeberda: "Heke ji Minbîçê derneyên me ji amerîkayiyan ra jî got. Em dikarin bi derfetên xwe wan derxin."
- "Li gorî min ev kes, terorîstek e ku pênc quriş nake"
Çavuşoglu ji bo xelata pere ya bona qefaltina Adil Oksuz wiha peyivî: "Li gorî min ev kes, terorîstek e ku pênc quriş nake. Anku nirxê wî pênc pere nake, lê ji bo ku ev têkoşîna me bi awayekî serkeftî biçe serî, ev xaîn li ku bin, divê bên dîtin. Helbet ne diyar e ka reviye û derketiye derva an na. Agahiyeke bi vî rengî jî tune."