26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2016
LONDRA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker got ku ew ji sînorên Tirkiyeyê yên niha memnûn e û wiha axivî: "Em ji bo yekîtiya axa welatên cîran rêzê digirin. Em li herêmê, li Sûriyeyê û li Iraqê hemberî DEAŞê têdikoşin."
Ekerê ku ji bo bi rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên fikr û ramanê, nûnerên partiyên siyasî û hikûmetê re hevdîtinan bike hat paytext Londrayê li vir bû mêvanê bernameya Newsnightê ya televîzyona dewletê ya BBCyê.
Eker li vir bersiva pirsên ku der heqê operasyona Mûsilê ya li Iraqê dewam dike de dan. Eker got: "Em ji sînorên xwe memnûn in. Em ji bo sînorên welatên cîran jî rêzê digirin. Em li herêmê, li Sûriyeyê, li Iraqê hemberî DEAŞê têdikoşin."
Eker pirsa der barê nirxandinên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Peymana Lozanê bi bîr dixe dike de got: "Mûsil û Kerkûk di peymana Lozanê de tunene. Geşedanên li herêmê diqewimin cuda ne.
Îro meseleya ku em rûbirû mane meseleya terorê ye, PKKyê ye, DEAŞê ye, rêxistina terorê ya derbeker a FETOyê ye. Em li hemberî vana têdikoşin. Îro artêşa Tirkiyê amade ye ku bibe perçeyekî koalîsyona dijî DEAŞê şer dike."
- Kampa Başîqayê
Eker bona pirsa der heqê hebûna leşkerên tirk ên li Başîqayê da got ku Tirkiye ji bo piştevaniya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê çû wir.
Eker destnîşan kir ku Tirkiye bona perwerdekirina Pêşmergeyên ku dijî DEAŞê şer dikin, li wir e û wiha xebera, "Heya niha 3 hezar û 500 kes hatin perwerdekirin ku bi awayekî aktîf dijî DEAŞê şer kirin. Em ji ber hindê li wir in. Ev herwiha ewlekariya me ya neteweyî jî eleqedar dike."
Eker diyar kir ku li Iraqê leşkerê 60 welatî hene û Kampa Başîqayê ya Tirkiyê bi erêkirina hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê va hat avakirin.
Ji Eker fikarên Tirkiyê yên di warê dijayetiya mezhebî ya di operasyona Mûsilê da hat pirskirin û Eker jî da bibîrxistin ku li Mûsilê milyonek û 800 hezar kes dijîn û piraniya van jî sunî ne.
Eker got, "Koçberên Sûriyeyê tên ku derê, ka vê bînin bîra xwe" û wiha dewam kir: "3 milyon û 500 hezar sûriyeyî li Tirkiyê tên ezimandin, ne mittefîqên me, ne jî dostên me yên ewropayî wan diezimînin. Ev xaleke pir girîng e. Em naxwazin ku milyonek mirovên din jî ji Mûsilê werin. Pirsgirêk ev e."
Eker pirseke li ser operasyonên ku li Tirkiyeyê piştî hewla derbeyê ya FETO tên kirin jî bersivand.
Eker diyar kir, li Tirkiyeyê her tişt li gor rê û rêzikên hiqûqê tên meşandin û ji vir şûnda jî wê li gor rê û rêzikên hiqûqê bimeşin.
Mehdî Eker bal kişand ku li Tirkiyê hewleke derbê hat kirin û tê da xwîna 241 mirovên bê sûc û bê guneh rijiya û got ku ew mecbûr in ku dewletê ji tevkarên derbekaran safî bikin.