30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
ANKARA
Wezareta Karên Derva ragihand Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê wê îro wek mevanê Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva bê Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya nivîskî da hat destnîşankirin Tillerson wê wek mêvanê Çavuşoglu bê serdana Tirkiyeyê û di serdanê da mijarên wek têkiliyên DYA-Tirkiye, mijarên herêmî û meseleyên navneteweyî bên rojevê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku dibe Tillerson bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra jî bicive.