29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
Serokwezîr Bînalî Yildirim, li Serkonsolosiya Stenbolê ya DYAyê, derheqê lêgerîna Adîl Oksuzê tê îdiakirin "îmamê hêzên hewayî" yê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO9 ye de got: "Li Serbalyozxaneya DYAyê lêgerîna Oksuz, ev ketiye nav îfadeyan û piştî ku ketiye nav îfadeyan wiha daxuyandine 'Me ji bo vîzeya wî bê betalkirin têlefon kir. Yek ji faîlên 15ê Tîrmehê bû, ji ber wê yekê em jî hesas tevgeriyan, li hemberî dewleta Komara Tirkiyeyê em jî bi berpirsiyarî tevgeriyan, me derhal vîzeya wî betal kir.' Daxuyaniya fermî ev e."
Serokwezîr Yildirim di weşana hevpar a televîzyona NTV-Starê de pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
- Herekata Mertalê Feratê qediyaye
Serokwezîr Yildirim got: "Ji vir û pê ve ku hewce bike an li hemberî DEAŞê an jî li hemberî rêxistineke dinê em dest bi herekatê bikin wê ev herekateke nû be. Herekata Mertalê Feratê qediyaye. JI vir û pê ve heke hewce bike û herekateke dinê bê destpêkirin wê bi navekê din were binavkirin."
- Li DYAyê girtina Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê Atîlla
Serokwezîr Yildirim: "(Ji aliyê Serbolyozxaneya DYAyê ve lêgerîna Adîl Oksuz) Li Serbalyozxaneya DYAyê lêgerîna Oksuz, ev ketiye nav îfadeyan û piştî ku ketiye nav îfadeyan wiha daxuyandine 'Me ji bo vîzeya wî bê betalkirin têlefon kir. Yek ji faîlên 15ê Tîrmehê bû, ji ber wê yekê em jî hesas tevgeriyan, li hemberî dewleta Komara Tirkiyeyê em jî bi berpirsiyarî tevgeriyan, me derhal vîzeya wî betal kir.' Daxuyaniya fermî ev e. Ku bawer bikî. Tabî tiştinên din jî hene, lazim e em li wan binêrin. Mirov bêyî kirina pirsa 'Her tişt qediya ma ev ma?' nikare bisekine. Em li benda bersiveke ku em pê qanî bin in."
- Li DYAyê girtina Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê
Serokwezîr Yildrim der heqê li DYAyê girtina Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê Atîlla de wiha axivî:
"Ewê sedema vê yekê ji Wezîrê Karên Derva yê DYAyê ku welatê me ziyaret dike, bê pirsîn. Teqez, ew ê di hevdîtina digel Wezîrê Karên Navxweyî û ya bi Serokomarê me re ev mijar bê rojevê û sedema vê tevgerê bê pirsîn."
- Daliqandina alaya HKIyê li Kerkûkê
Serokwezîr Yildirim: "(Li Kerkûkê daliqandina alaya HKIyê) Li gor me jî ev karekî rast nîne, bi rêyên dîplomatîk Wezîrê me yê Karên Derva bertek nîşan da. Me jî hişyarî da, me got ku ev karekî xelet e."
- "Operasyona Mertalê Feratê qediyaye"
Serokwezîr Yildirim: "Operasyona Mertalê Feratê qediyaye. Ji îro pê da heke pêwîstî bû, operasyoneke din hat lidarxistin wê navê wê cihê be."