GAZÎANTEP (AA) - Serokê Weqfa Refugees Internationalê Michel Gabaudan der heqê penaberên Sûriyeyî yên ku xwe spartin Tirkiyeyê de wiha got: "Tirkiye bi serê xwe serkeftineke xurt dide nîşan, lêbelê dinya têra xwe piştgiriyê nade."
Gabaudan di daxuyaniya xwe ya ku da AAyê de diyar kir ku wî kampên li Tirkiyeyê gelekî baş dît. Gabaudan destnîşan kir ku çi ji aliyê xizmeta ku tê dayîn û çi jî ji aliyê derfêtan ve kamp li ser standartên navneteweyî ye û wiha got: "Digel ku min li pir cihên cihanê kampên penaberan dît, lê alîkariya ku Tirkiyeyê ji penaberên Sûriyeyê re kir "rewşeke îstisna" ye."
Gabaudan bi bîr xist ku di dinyayê de Tirkiye mazûvaniya herî zêde penaberan dike û wiha pê de çû:
"Divê ji bo penaberên Sûriyeyî alîkariya navneteweyî were zêdekirin. Hikûmeta Tirk penaberên li welatê xwe wekî hemwelatiyên xwe dibîne. Tirkiye bi serê xwe serkeftineke xurt dide nîşan, lêbelê dinya têra xwe piştgiriyê nade."
Gabaudan balkişand ku kêşeyeke din a gîrîng jî rewşa perwerdeya zarokên Sûriyeyî ye.
Gabaudan diyar kir zarokên Sûriyeyî yên ku perwerdeya xwe kuta kirin dema ku vegeriya welatên xwe dê di pergala avakirna nû ya welat de cih bigrin û wiha xeberda:
"Ji bo piştgiriya hikûmeta Tirk divê civaka navneteweyî hêza xwe bike yek. Herwiha alîkariya ku ji bo xelkê Sûriye û Iraqê tê kirin li ser min gelekî tesîr kir. Ez spasiya gel û hikûmeta Tirk a ku mazûvaniya penaberan dike, dikim. Ez hêvîdar im ku welatên din jî dê heman îhtimam û hesasiyetê bidin nîşan."