ANKARA
Li Koşka Çankayayê ya ku dewrê Serokwezîriyê kirin di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de bi qasî 4 saetan civîna lijneya wezîran hat kirin û navber hat dayîn. Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî navbera ku hat dayîn daxuyanî da rojnamevanan.
Arinç diyar kir ku beriya Civîna Lijneya Wezîran li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê der barê "pêvajoya çareseriyê" de civînek kirin. Arinç got ku di civînê de li ser geşedanên beriya newrozê û yên piştî newrozê, şertên ku pêvajoya çareseriyê di nav de ye dîsa nirxandin.
Arinç destnîşan kir ku di Lijenya Wezîran de madeya ewil a rojevê mijara têkiliyên bi TBMMyê re bû û da zanîn ku Arîkarê Serokwezîr der barê salnemaya xebatê Meclisa Gel Mezin a Tirkiyeyê ya îro û di rojên ji niha pê ve de pêşkêşiyek kir.
Arinç got ku Serokwezîr Davutoglu jî di civînê de xebatên ku ji bo pêvajoya hilbijartinê li navenda giştî ya AK Partiyê dike de, der heqê kongre û civînên ku kir de agahî dan.
Arinç li ser pirsekî got ku ez roja şemiyê piştî civîna der barê "Bajarê Aştiyê Qûdus", roja yekşemê jî piştî konferansa ku li Weqfa Cîhana Nû da xwendekarên zanîngehê axivîm û hemû raya giştî jî van axaftinan dizane.
Arinç diyar kir ku hin rojnamevan ji van axaftinan "Nivîsên wekî ku di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hikûmetê an jî di navbera min û Serokomar Erdogan de nakokî, lihevnekirin û an jî dijîtiyek heye nivîsandin" Arinç destnîşan kir ku tiştên gelekî ji rêzê û ji terbiyeyê dûr ên wekî "Arinç fewrî tevgeriya, bertekeke hestewar nîşan da, di nîqaşên rêxistina parelel de li hev nekiribûn, niha tolê dihlîne" tên axaftin.
"Ez hestên xwe tevî nakim"
Arinç destnîşan kir ku hestên xwe tevî mijarên welêt û neteweyê nake û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ez siyasetmedarekî nûgihştî nînim. Ez mirovekî wisa me ku ji salan ve ye ku min di nav parlementoye û derveyî parlementoyê, Seroktiya Parlementoyê, dewlet û birêvebirina hikûmetê de cî girtiye. Ji ber vê yekê heke ez tecrubeyên xwe û tiştên ku di dilê min re derbas didin bikim yek û tiştekî bibêjim, helbet raya giştî dikare nîqaşa vê yekê bike. Lê ji bo ku ez bibêjim ku ev nîqaşeke niyedxirab e ya rast divê ez bibêjim an gotinên min nehatin fehmkirin an jî xelet hatin fehmkirin.
Em ne xûyekî wisa de ne ku bi Birêz Serokomarê me re bikevin nav polemîkên hestewar. Em tu carî ji hişê xwe jî derbas nakin ku li hember wî bêrêziyê bikin. Divê her kes bizane ku hiqûqa me ya bi Birêz Serokomarê me re digihêje çendî sal beriya niha û me gelek zehmetî kişandine. Em li malên xwe di nav nivînên xwe yên rehet de rûneniştin û tenê bi gotina van tiştan nehatin van rojan. Em mirovên wisa ne ku li her gund û bajarokên Tirkiyeyê û her aliyê Ewropayê geriyane û me baweriya xwe û tiştên ku em dibêjin ji bo Tirkiyeyê bi xêr in, ji wan re qise kiriye. Em ji girtîgehan, ji DGMyan, ji qedexeya siyasetê bi safiyet û samîmite hatine vê rojê.
Ez car din dibêjim ku hiqûqa me ya bi Birêz Serokomarê me re hiqûqa biratiyê ye, hiqûqa hevaltiya heman dozê ye û divê her kes vê yekê bizanibe. Dibe ku hin kes nezanibin, ji ber wê yekê hûn bûn wesîle, ez car din dibêjim; Birêz Serokomarê me serokê dewletê ye. Nîşaneya yekîtiya gelê me ye. Ev asta wê ya di Destûra Bingehîn de ye. Lê digel van ew serokê me ye, bi salan serokwezîriya me kir, mirovê çileyê ye û di reîstiya malbatê de mînak e, mirovekî wisa ye ku ji dil ji gel hez dike û qehremanê gelê me ye. Ez mirovekî wisa me ku van her dem dizanim û bi hêstiran ve her dem vê hezkirinê teqdîr dikim. Lê divê em vê yekê bifikirin: Birêz Serokomarê me di hin mijaran de nêrînên xwe îfade dike. Heke ew nêrîn biçin asteke wisa ku xweşê kesên ku xwediyê qeneateke kêm in, agahiyên wan kêm in û hewl didin ku berê gel bidin aliyên xelet, ya dikeve li ser milên me ew e ku em haşa rexnekirina wî nîne, gotina 'tu xeletî' nîne, ya dikeve li ser milê me ew e ku em wî agahdar bikin, aliyên kêm ên bûyerê jê re qise bikin. Heke hûn axaftinên min ên du roj ser hev baş analîz bikin, hûn zereyekî bêrêziyê tê de nabînin, hûn polemîkan nabînin. Ez endamekî vê hikûmetê me. Helbet ez dê hin mijaran de hikûmeta xwe biparêzim, temamkirina agahiyên kêm ên ku dibe sedemê xeletfehmkirinê jî dibe peywira min. Ji ber wê yekê ez wisa dibînim ku axaftinên min ên wê rojê samîmî hatin dîtin û em ji fikra ji niha pê ve rê û qenalên diyalogê divê bêtir bên vekirin, gihaştin vê astê û ev yek jî asteke kêrhatî ye."
"Em qûsûrê di xwe de dibînin"
Arinç destnîşan kir ku gotinên Serokomar Erdogan tu carî xelet fehm nake, wî jî heta niha gotinên wî tu carî biçûk nedîtin, wek gotinên ku mirov biçûk dibînin nedîtin û wiha axivî:
"Di mijara pêvajoya çareseriyê û di mijarên din de heke me kêm agahî dabin Birêz Serokomarê xwe, an jî di hin mijaran de têrî xwe nêrîn û fikrên wî bi cî neanîbin, em qûsurê di xwe de dibînin. Lê heke raya giştî li ser hin tiştan dest bi nîqaşkirinê kiribe ew çax peywir dikeve li ser milê me ku em vê yekê bi awayekî herî baş îfade bikin."
-"Misteşariya Ewlehî û Nîzama Kamûyê li ser peyama Newrozê analîzan dike"
Arinç da zanîn ku der barê tu eleqeya daxuyaniya roja yekşemê bi vê hevdîtinê an jî bi encamên vê hevdîtinê re tune.
Arinç diyar kir ku Misteşariya Ewlehî û Nîzama Kamûyê analîzan dike ka peyamên newrozê tên çi wateyê, kîjan mijar tê de kêm in û kîjan mijar tê de cî digirin û ev gotin:
"Min tenê bal kişandibû li ser tiştekî, hêviyên me cuda bûn. Hin tiştên din ên ku divê tê de cî bigirtena tunebûn, hin tiştên ku divê tê de cî negirtina di peyamê de hebûn. Lê min gotibû ku ev peyam bi awayê ku hat eşkerekirin jî erênî ye. Di nav xebatên me yên îro de Misteşariya Ewlehî Nîzama Kamûyê li ser vê mijarê analîzên berfireh dike û li serê dixebite ka merhaleyên ji niha pê ve dikarin çawa bin."
"Me mijara lijneya şopandinê qebûl kiriye"
Arinç diyar kir ku wan mijara lijneya şopandinê qebûl kirine û wiha axivî: "Me biryar da ku di pêvajoya çareseriyê de hewceyî bi mekanîzmeyeke wiha heye, heke baş bixebite dê ev kêrhatî be. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim kesên ku dê di nav lijneya şopandinê de cî bigirin dê ji nav mirovên aqilmend ên ku berê niha di van peywiran de xizmetên serkeftî nîşan dan, bin."
Arinç got "Di van hefteyên dawî de ji ser seriyê dengek din derketibû, ez vê ji bo HDPyê jî dibêjim, qala 15-16 kesan hat kirin, pişt re hat derewandin" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Birêz Akdogan jî yek ji wan hevalên me ye ku pêvajoyê herî baş dişopîne. Wî got ku 'Ji niha pê ve ji tiştên ku Birêz Serokwezîrê me û mirovên bi pêvajoyê re eleqedar gotin, bawer bikin.' Yek ez wisa difikrim ku dê jimara wan dora 5-6 kesan be. Lê belê fikirîna me têrî nake, di vê mijarê de divê ew jî tesdîq bikin û qebûl bikin ku em pişt re vê yekê tetbîq bikin. Di heman demê de me lîsteyek çêkir ka gelo em dê çi peywirê bidin lijneya şopandinê, dê fonksiyona wan çi be, di vê pêvajoyê de dê çawa peywirdar bin. Ango dê peywira lijneya şopandinê ya ku dê ji mirovên aqilmend bê hilbijartin çi be, dema ev peywir bi cî anîn dê bala xwe bidin çi ev jî hatin diyarkirin. Di pêvajoya niha de Birêz Akdogan dê bi kesên ku me ji nav mirovên aqilmend ji bo lijneya şopandinê guncav dîtin re dê têkilî dayne û heke birêz Serokwezîrê me qebûl bike dê ev yek bikeve meriyetê.
Lê belê em bawer dikin ku ji hefteya borî heta niha mijareke ku Birêz Serokomarê me destnîşan kir û divê em jî bi hesasiyeteke mezintir li serê bisekinin heye. Hewceyî pê çêbû ku em di mijara lijneya şopandinê de, asta ku Pêvajoya Çareseriyê gihaştê, qanûna ku di meha temûzê de hat derxistin û di mijara esasên xebat û ûsula der barê vê qanûnê de bêtir agahî bidin Birêz Serokomarê me. Ez divê qebûl bikim ku di vê mijarê de ji aliyê me ve kêmasiyek heye. Ev merhale merhaleyên girîng in, divê Birêz Serokomarê me wekî kesê ku pêvajo da destpêkirin û lê xwedî derdikeve, teqez divê bi berfirehî der barê karên ku dê bên kirin de agahdar bibe. Em wisa difikirin ku ev peywir dikeve li ser milê me. Birêz Serokwezîrê me û hevalên me yên bi pêvajoyê re eleqedar, dê agahiyan bidin Birêz Serokomarê me. Em jî dê di çarçoveya telîmat û nêrînên wî de xebatên xwe bidin berdewamkirin."
Arinç pirsa "We gotibû ku 'dê tiştên nû yên gelekî girîngtir bên, em jî amadeyê vê ne' Gelo ew tiştên nû çi ne, hûn di civîna îro de li serê sekînin?" wiha bersivand: "Nexêr ez naxwazim tu tiştên giştî bibêjim. Misteşariya em ya ku di bin banê Wezareta Karên Navxweyî de dixebite li serê dixebite ka ev peyam tên çi wateyê, her wiha Misteşariya me ya MÎTê heye. Xebatên der barê pêvajoyê de ew dişopînin û me agahdar dikin."
Arinç destnîşan kir ku di vê mijarê de hin xalên ku nikarin qebûl bikin hene û wiha axivî:
"Qala Eşmeyê û komîsyona heqîqet û rûbirûmayînê hat kirin. Em di nav van xebatan de nikarin girêdayî termînolojiya PKK û Îmraliyê bimînin. Em hikûmet in, dewletê bi rê ve dibin. Ji ber wê yekê heke tiştek bê kirin divê ne bi termînolojiya rêxistinê, bi rê û rêbaza ku hikûmeta me guncav dît bê kirin. Ez di wateya redkirina her tiştê de nabêjim lê wek mînak diyalog tişteke din e, muzakere tişteke din e. Ew dikarin her dem gotina muzakereyê bi kar bînin, em dikarin gotina muzakereyê ji ber wê an jî vê sedemê qebûl nekin, jixwe em qebûl jî nakin. Em wisa difikirin ku em hêj ne di wê astê de ne, dema em bên wê astê jî divê heta wê demê karên gelekî girîngtir bên kirin. Em girêdayî qanûnên Destûra Bingehîn in. Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û em wisa difikirin ku li Tirkiyeyê kar divê li gor pîvanên dewleta hiqûqê bên kirin."
news_share_descriptionsubscription_contact


