Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag der barê operesyona Şah Firatê de axivî û wiha got: "Tirbeya Silêman Şahê îro di nav sînorên Kobanêyê de ye. Ewên ku hetanî do dijmintayiya kurdan dikirin, bila îro li alaya Tirkiyeyê ya ku li wê derê ba dibe binihêrin û îbretê hildin. Alaya Tirkiyeyê îro li Kobanêyê di bin ewlehiya gelê Rojavayê de ba dibe."
Yuksekdagê di komcivîna partiya xwe de xeber da û der barê barkirina Tirbeya Silêman Şahê de wiha got: "Ev serfiraziyeke sexte ya hikûmeta AKPê ye. Rastiya vê wek ku nîşan didin nîne. Ev operasyoneke serfirazî nîne. Heke lê binihêrin hûn ê bibînin ku ev operasyona sergirtina têkçûyînê ye."
Yûksekdagê ragihand ku polîtîkayên wan ên li ser Sûriyeyê di bin xirabeyê qereqola ku hilşandin de ma û wiha pê de çû:
"Hetanî do ji bo Kobanêyê digotin ji dest derket, ew ê ji dest derkeve, lê belê di operasyonê de hewcedarê alîkariya gelê Kobanêyê man. Hikûmet mecbûr ma ku vê operasyonê bi hêzên YPGyê re bike. Tirbeya Silêman Şahê îro di nav sînorên Kobanêyê de ye. Ewên ku hetanî do dijmintayiya kurdan dikirin bila îro li alaya Tirkiyeyê ya ku li wê derê ba dibe binihêrin û îbretê hildin. Alaya Tirkiyeyê îro li Kobanêyê di bin ewlehiya gelê Rojavayê de ba dibe. DÎŞIyê garantiya cihê miqedes neda we. Cihê ku hûn xwe tê de ewledar dibînin kantona Kobanêya ku we hetanî do dixwest ku hilweşînin e. Ev rewş helwesta biratiyê ya gelê Kobanê ye. Divê hemû gelên Tirkiyeyê vî destê biratiyê bigrin û lê xwedî derkevin. Dibê Tirkiye jî sînorê Kobanêyê veke. Derîyê Sînor ê Murşîtpinarê hê ji bo ambargoyê girtî ye. Dibê ambargoya li ser Kobanêyê demildest bê rakirin. Di vê mijarê de hikûmet ji PYD û YPGyê re deyndar e."
Berdevkê Serokomariyê dibêje 'PYD rêxistina terorê ye'. Ev çito ziman e? Hûn ê di mijara barkirina emanetên xwe yên miqedes de bi PYDyê re di hevkariyê dabin paşê jî bêjin 'rêxistina terorê'. Êdî tehemila gel ji siyaseta durûtîiyê re nema ye. Dibê Tirkiye kantonên Rojavayê nas bike. Ambargoyê rake."