Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Di herêma me de bûyerên ku me gelek gelek xemgîn dikin, diqewimin. Em bêyî ku li nasname, dîn, ziman, reng û mezheba wan binêrin, hewl didin ku dawî li mexduriyetan bînin û ji birînan re bibin derman."
Erdogan bi lijneya êzdiyên ku xwe sipartin Tirkiyeyê û niha li Tirkiyeyê dimînin re hevdîtin kir. Erdogan di hevdîtinê de got ji ber ku cara ewil di Qesra Serokomariyê de di civîneke wiha de mazûvantiya wan dike, kêfxweş e.
Erdogan got ku ji bo rewşa krîtîk a herêmê û di vê heyama aloz de parvekirina nêrînan bila bibe wesîleya xêrê û wiha axivî:
"Dewleta Komara Tirkiyeyê hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê di bûyerên dilsoj ên ku qewimîn de û hem jî li gelek cihên cuda yên cîhanê de li ba mezlûm, mexdûr û kesên ku hewceyiya wan bi arîkariyê heye, cî girt dê ji niha pê ve jî li ba wan cî bigire. Di herêma me de bûyerên ku me gelek gelek xemgîn dikin, diqewimin. Em bi taybetî bêyî ku li nasname, dîn, ziman, reng û mezheba wan binêrin, hewl didin ku dawî li mexduriyetan bînin û ji birînan re bibin derman."
Erdogan destnîşan kir ku polîtîkaya wan ew e ku ji bo cînarên ku ji welatên xwe reviyan deriyên xwe vekin, wan bi zorî paş ve neşînin û ji sînor venegerînin û van rêgezan jî bi hesasiyeteke mezin bi cî tînin. Erdogan da zanîn ku ji serê qeyrana ku li Sûriye û Iraqê diqewime heta niha polîtîkayeke ku prensîbê wê hene, nirxên wijdanî û mirovahiyê destnîşan dike, bi rê ve dibin.