TBMM
Di Komîsyona Budçe û Planê ya Meclisê de li ser budçeya Wezareta Parastina Neteweyî ya sala 2015an hevdîtin hat kirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz jî li vê derê bersiva pirsên parlementeran da û diyar kir ku der heqê leşkeriya biberdêl de gelek tişt ji wan tên pirsîn û wiha dewam kir: "Bersiva ku ez ê bidim tu car bersiveke teqez nîne. Tirkiye girava aştiyê ye. Êzdî hatin Tirkiyeyê. Ji Sûriyeyê ereb hatin. Ji Iraqê kurd, tirkmen hatin. Cihê ku gengeşî lê hebe meriv qet tê wê derê? Dizane ku mala wî xera bûye, li wê herêmê talûke heye, rîsk heye, heke heman tişt li Tirkiyeyê hebe ev kes tên Tirkiyeyê. Çima tê? Dizane ku jina wî, zarokên wî, ew hemû di ewlehiyê de ne."
Yilmaz ji ber ku hin parlementeran der heqê leşkeriya biberdêl de bersiveke teqez xwestin axivî û destnîşan kir ku ji bo bersiveke teqez divê meriv rewş û rûdanên ku li Rûsya, Kirim, Ukrayna, Iraq, Sûriye, Ermenistan û Azerbeycanê diqewimin baş bibîne û vê daxwazê li gor van rûdanan binirxîne.
Wezîrê Parastinê Yilmaz ji bo eşkerekirina temenê leşkeriya biberdêl jî got ku heke sînorê temen ji 25 saliyê dest pê bike nêzî milyonekî însan dê ji vê sepandinê sûdwerbigrin.
Yilmaz bal kişand ser xebatên Serokatiya Sererkaniyê û wiha dewam kir: "Serokatiya Sererkaniyê çiqas hewcedarî bi pisporan hebe eşkere dike. Me jî li fikrên wan guhdar kirin û gihandin Serokwezîriya xwe û Serokwezîrê xwe. Serokwezîrê me çi biryarê bide ew e. Yanî bibêje 'Di vê demê de tiştekî wiha hewce nake' ew ê bibe. Rastiya vê yekê jî ev e. Daxwaz heye û Serokatiya Sererkaniyê jî li gor rûdanên li derdorê diqewimin fikra xwe parve dike lê herî dawîn Serokwezîrê me dê biryarê bide."