Nihat Kavşut
19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
YOZGAT
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag: "Li Minbicê hewldanên me yên diplomatîk encam da û ev jî nîşan dide ku Tirkiye ne tenê li qadê li ser maseyê jî xurt e."
Bozdag li Sorguna navçeya Yozgatê daxuyanî da rojnamevanan.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag der barê Minbicê da axivî û wiha got: "Li Minbicê hewldanên me yên diplomatîk encam da û ev jî nîşan dide ku Tirkiye ne tenê li qadê li ser maseyê jî xurt e."
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag der heqê nexşerêya li Minbicê da wiha peyivî: "Li ber destê me nexşerêyek heye. Di nav hefteyekê da, di nav 2 hefteyan da û di nav 90 rojan da çi bê kirin eşkere ye. Niha yekîneyên eskerî yên Tirkan û yekîneyên eskerî yên Amerîkayê li Minbicê derketine dewriyeyên serbixwe."
Bekir Bozdagê Alîkarê Serokwezîr rexne li CHPyê girt û wiha got: "Partiya ku di binê qedexeya sergirtinê da mora wê heye CHP ye. Pêşeroja ewqasî xwendekar û malbatan reş kir. Partiya ku ew tarîtî kire ronî jî AK Partî ye."