Li gundê Burunkişlaya li ser Sarikayaya navçeya Yozgatê, gundî goristana êrmeniyan dibin xwedî û der û dora wê paqij dikin.
Mixtarê Burunkişlayê Necatî Yalçin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bav û kalên wan di sala 1924an de piştî Peymana Mubadeleyê ji Selanîkê hatine Burunkişlayê û li vê derê bi êrmeniyan re jiyane. Yalçin got ku hevaltiya wan û êrmeniyan xurt bû û êrmeniyên di gund de cînarê wan û hevalên wan ên dibistanê bûn.
Ji şêniyên gund Sembiya Arikana 78 salî jî got ku wê hevalên xwe cînarên xwe yên êrmenî ji bîr nekirine û ew bi hev re diçûn dibistanê û navê hevalên wê hê jî di bîra wê de ne.
Arikanê got ku dostên wan ên êrmenî her havîn tên gundê wan û ew hevalên xwe yên zaroktiyê dibînin û pê kêfxweş dibin.
Dilaver Akkanê 75 salî jî got ku ew jî tevî xebata paqijiya goristana êrmeniyan dibe û gîhayê nava goristanê diçinin, goristanê paqij dikin.