ÎSTANBUL
Serokwezîr Davutoglu: "Min bi eşkereyî fikarên Tirkiyeyê yên di warê ewlehiya neteweyî da ji Birêz Bîden ra gotin. Li ser sînorê Tirkiyeyê niha li Iraq û Sûriyeyê mixabin otorîteya dewletê tuneye. Mixatabê me tuneye. Tirkiye li Sûriyeyê niha 3 xetereyan li ber xwe dibîne. Ya yekem rejim e ku bi zilma xwe dibe sedema koçkirina penaberan. Ya duyemîn DAEŞ e ku bi çalakiyên terorê sûcê mirovahiyê dike. Ya sêyemîn YPG ye. Lewra YPG li herêmên di destê xwe da ereb û tirkmenan û kurdên mixalif ji hêla nijadî va paqij dike û tiştên wisa dike ku li nav Tirkiyeyê dikeve nav hewldanên wisa ku alîkariyê dide rêxistina terorê. Loma jî em wek talûke dibînin û li dijî wan li gor ewlehiya xwe ya neteweyî çi hewce bike dikin û helwesta me eşkere ye."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî hevdîtina bi Joe Bîdenê Alîkarê Serokê DYAyê ra civîna çapemeniyê ya hevbeş çêkir.
Davutoglu bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da û wiha got: "Têkilî û pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê di dema şerê sar û piştî şer tim têkiliyeke taybet û cuda bûye û li gor vizyoneke stratejîk a hevbeş hatiye avakirin."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku serdana Birêz Bîden di demeke taybet da hat kirin û wiha got: "Li Sûriye û Iraqê bûyerên girîng diqewimin, li Ukraynayê tiştên ku merivan dixin nav fikaran dibin. Me hêca di hevdîtinên rû bi rû û yên ku bi heyetan ra hatin kirin da gelek tiştên girîng nirxandin. Di van mijaran da li dorberê me guherînin mezin çêdibin, Tirkiye û Amerîka heke di van mijaran da perspektîfeke hevpar derxin holê, ewê baş be."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku di têkoşîna li dijî terorê da di heman fikrê da ne û wiha xeberda: "Di hevdîtina xwe ya îro da me herduyan jî di mijara helwesta hevpar a li hember terorê da ji bo bi hev ra tevgerin, me careke din erê kir. Li Tirkiyeyê teror pişta xwe bide kîjan nijad û çandê, kîjan dewletê ji xwe ra kiribe hedef û bi kîjan armancê derketibe bila be, ew sûcê mirovahiyê ye. Me di navbera DAEŞ, PKK, DHKP-C, Nûsrayê da tu ferq nedît û em nabînin jî. Di vê mijarê da bi DYAyê ra li hemberî hemû mijarên terorê da hesasiyeteke me ya ku emê bi hevdu ra tevbigerin heye. Di vê çarçoveyê da ji ber ku fikr û ramanên me li ser heman bingehekê ne em kêfxweş dibin."
Davutoglu destnîşan kir ku bi eşkereyî fikarên Tirkiyeyê yên di warê ewlehiya neteweyî da ji Birêz Bîden ra gotiye wiha axivî: "Min bi eşkereyî metirsiyên Tirkiyeyê yên di warê ewlehiya neteweyî da ji Birêz Bîden ra gotin. Li ser sînorê Tirkiyeyê niha li Iraq û Sûriyeyê mixabin otorîteya dewletê tuneye. Mixatabê me tuneye. Tirkiye li Sûriyeyê niha 3 xetereyan li ber xwe dibîne. Ya yekem rejim e ku bi zilma xwe dibe sedema koçkirina penaberan. Ya duyemîn DAEŞ e ku bi çalakiyên terorê sûcê mirovahiyê dike. Ya sêyemîn YPG ye. Lewra YPG li herêmên di destê xwe da ereb û tirkmenan û kurdên mixalif ji hêla nijadî va paqij dike û tiştên wisa dike ku li nav Tirkiyeyê dikeve nav hewldanên wisa ku alîkariyê dide rêxistina terorê. Loma jî em van wek talûke dibînin û li dijî wan li gor ewlehiya xwe ya neteweyî çi hewce bike dikin û helwesta me eşkere ye."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da bal kişand ser xendekan û wiha got: "Ez bawer nakim ku tu welatekî dost û mutefîq destûrê bide wan hêzên nemeşrû yên ku di bin kontrola hikûmetê da nînin, hesab nadin gel ku bi çekan bikevin gund, bajar, bajarok û taxan mayinan bi cih bikin, hendekan bikolin, barîkata daynin. Di vê mijarê da me fikr û ramanên xwe ji hev ra got."
Davutoglu li ser mijara Sûriyeyê wiha got: "Me ji Birêz Bîden ra qala fikarên xwe yên di mijara ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê da kir û fikir û ramanên xwe yên li ser pêvajoya li Sûriyeyê jê ra got. Em bi taybetî di pêşeroja hevdîtinên aştiya Sûriyeyê da li ser bingeheke hevpar wek hevdu difikirin. Ya ewil ew e ku dibê di temsîliyeta mixalifên Sûriyeyê da her tişt eşkere be. Ji ber ku Amerîka jî di vê mijarê da wek me difikire em memnûn bûn. Ya girîng ew e ku di eniya mixalifan da bi tenê mixalefeta meşrû ya Sûriyeyê hebe."
Serokwezîr Davutoglu der barê hevdîtinên Bîden ên ku do kir da wiha got: "Tirkiye dewleteke demokratîk e. Helbet dost û hevalbendên me dema hatin dikarin bi her kesî ra xeber bidin. Li hemû fikran guhdarî dikin û pêwendiyan datînin. Di vir da tiştekî neasayî tuneye. Lê daxwaza me ew e ku bi berfirehî li rewşê binihêrin, bila tenê li aliyekî nenihêrin û bi berfirehî li meseleyan binihêrin."
Davutoglu wiha got: "Ji ber ku PKK li Iraqê heye lazim e Tirkiye li Iraqê di têkoşîna dijî PKK û DAEŞê da cî bigire."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku li ser sînorê Tirkiyeyê DAEŞê naxwazin û wiha peyivî: "Tirkiye û Amerîka ji berê va di mijara Sûriyeyê da di nav şêwrên berfireh û kûr da ne. Armanca Tirkiyeyê ew e ku li ser sînorê me DAEŞ nemîne û em kêfxweş dibin ku Amerîka jî alîkariya me bike. Em teqez li ser sînorê xwe DAEŞê naxwazin. Ji ber vê jî di heyamên dawîn da Tirkiye û Amerîka piştgiriyê dide têkoşîna mixalefeta Sûriyeyê ya li dijî DAEŞê. Wek mayîn ji bo ku operasyonên hewayî yên Rûsyayê zirarê nedin vê têkoşînê me metirsiyên xwe yên di vî warî da destnîşan kir. Em li ser sînorên xwe DAEŞê, PKKyê û hêzên paramîlîter ên rejimê naxwazin."
Davutoglu diyar kir ku YPG perçeyekî PKKê ye û bi eşkere ji PKKê piştgiriyê distîne û wiha xeberda: "Bi taybetî jî bi heman awayî hesasiyeta sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ku Nisêbîn, Silopî, Cizîr, ên ku rasterast bi sînor ve ne û yên wek Tel Ebyad, Akçakale, Ceylanpinarê yên ku hema bêje bajêr dike du qetan û di konjokturê da hemû derbasbûnên terorî yên ku li Sûriyeyê ne û ji wir derbasî aliyê Tirkiyeyê dibin, çek tên derbaskirin, dijminiyeke eşkere li hemberî Tirkiyeyê birêve dibin, min ji birêz Bîden ra evna gotin. Di vê çarçoveyê da hemû xabetên me yên hevpar ên li dijî hemû komên terorîst ên ku wê bi kêrî me bên me ji hev ra got."
Serokwezîr Davutoglu got der heqê mijara Qibrîsê da wiha got: "Em ê di xwarinê da hinekî dîsa bi hûrgilî li ser mijara Qibrîsê bisekinin. Ez carekê dîsa jê ra sipas dikim. Di ziyareta xwe ya giravê da herdu alî jî ziyaret kir û tevkariyeke mezin da hevdîtinên aştiyê. Hêvî dikim ku di pêşerojê da di mijara Qibrîsê da çareseriyek bê dîtin. DYAyê di vê mijarê da wezîfeyeke mezin bicî bîne. Emê carekê dîsa ji bo tevkariyê ji birêz Bîden ra sipas bikin. Ji bo hevdîtinên wî yên bi kêr û têr em ji wî û ekîba wî ra sipas dikin. Carekê dîsa dibêjim ser çavan ra hatin welatê me."
news_share_descriptionsubscription_contact
