Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo êrmeniyên osmanî yên ku di dewra têkçûna Împaratoriya Osmaniyan de mirin, daxuyaniyeke nivîskî da.
Davutoglu got ku di salên dawî yên Împaratoriya Osmaniyan de gelek welatiyên Osmaniyan ku ji nijad û dînên cuda cuda bûn, rastî êş û janên mezin hatin û wiha dewam kir:
"Milletên ku mensûbê nijad û dînên cuda cuda bûn, di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ev kul û dert dîtin. Em wek neviyên wan tiştên ku hatin serê wan fêm dikin û êrmeniyên bê sûc û guneh ên ku mirin, em wan bi bîr tînin. Serê neviyên wan sax be. Xwedîlêderketina xatiraya êrmeniyên osmanî û mîrata çandî ya êrmeniyan, ji bo Tirkiyeyê wezîfeyeke tarîxî û mirovahî ye. Bi vê helwestê, Patrîkxaneya Êrmeniyan îsal di 24ê nîsanê de merasimeke dînî li dar dixe. Êrmeniyên osmanî weke ku li her derê dinyayê tên bibîranîn, wê li Tirkiyeyê jî werin bibîranîn."
Davutoglu wiha got: "Sed sal berê du gel bi hev re jiyane û qedereke wan a hevpar heye. Em wek neviyên wan gelan, ya ku dikeve li ser milên me ew e ku em birînên wê sedsalê qenc bikin û di navbera xwe de têkiliyên mirovahî tesîs bikin. Tirkiye wê li hember vê berpirsiyariyê bê deng nemîne, ji bo dostanî û aştiyê çi ji dest were, wê bike. Em bang dikin, ya ku dikeve li ser milê gelên din jî ew e ku bila birînên tarîxî xwîn nekin û bila helwesta xwe di çarçoveya hafizayeke adil û paşerojeke hevpar a aştiyane de kifş bikin."