İbrahim Atmaca
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derva Balyoz Huseyîn Muftuoglu got: "Birêz Serokomarê me bi wesîleya civîna G20an wê biçe Hamburgê. Di çarçoveya vê ziyaretê da miqamên Almanyayê ji bo cihê ku welatiyê lê bicivin daxwaz kirin ku serlêdana fermî were kirin, ji aliyekî din va jî hin siyasetmedarên Almanyayê di daxuyaniyên xwe da şîroveyên ku nayên pejirandin kirin."
Huseyîn Muftuoglu der heqê daxuyaniyên hin siyasetmedarên ku di nav wan da kesekî ku Serokatiya Parlementoya Ewropayê kiriye jî heye da daxuyanî da. Muftuoglu wiha got:
"Di nav kesên ku li dijî civîn û azadiya gotinê da ne kesekî ku Serokatiya Parlementoya Ewropayê kiriye jî heye. Bi taybetî helwesta vî kesî zihniyeta rastîn ku em pê ra rû bi rû ne dide nîşan. Birêz Serokomarê me bi wesîleya civîna G20an wê biçe Hamburgê. Di çarçoveya vê ziyaretê da miqamên Almanyayê ji bo cihê ku welatiyê lê bicivin daxwaz kirin ku serlêdana fermî were kirin, ji aliyekî din va jî hin siyasetmedarên Almanyayê di daxuyaniyên xwe da şîroveyên ku nayên pejirandin kirin."
Muftuoglu diyar kir ku ew van gotinên li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tên gotin şermezar dikin û red dikin.