Türkan Tosun
17 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
ANKARA
Di bernameya hikûmeta nû ya Avusturyayê de gotina "Yekîtiya Ewropayê bila bi Tirkiyeyê re muzakereyan qût bike û ji bo vê mutefîqan wê bê lêgerîn" hat bikaranîn. Ev ji hêla Tirkiyeyê va gotineke "bê besîret" hat binavkirin.
Wezareta Karên Derva di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Ev gotina bê besîret û şerm a ku di bernameya hikûmeta nû ya Avusturyayê de cih digre, mixabin der barê tevgera siyasî ya ku cudakariyê hedef digre de fikarên ku tên kirin piştrast dike."
Di daxuyaniyê de hat gotin ev îfadeya hatiye bilêvkirin ne durist e û ji dûrî dostaniyê ye.
Hat gotin li hember Tirkiyeyê daxwaza mutefîq dîtinê ne li gor tevgera siyaset û dîplomasiyê ye û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev gotinên ku zorê didin dostaniya Tirkiyeyê ji holê rabe heke bikevin rewacê, li hember vê bi layiqê xwe wê bê tevgerîn."