16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
ANKARA
Wezareta Karên Derva: "Herêma Kurdistana Iraqê di demên dawîn da xeletiyên wahîm kirin û ji bo ku xeletiyeke din jî li van xeletiyên xwe zêde neke, em hişyariyê didin. Kesên dibin wesîle ku PKKa rêxistina terorî ku îhtimal heye li Kerkûkê hizûr û aştiya civakî xerab bike, li vê herêmê melce bibîne; em ê jî wan wek berpirsiyar bibînin."
Wezaretê li ser geşedanên li Kerkûkê û helwesta hikûmeta Iraqê daxuyanî da û hat gotin ku hikûmeta Iraqê ji bo tesîskirina desthilatiya xwe ya makezagonî ya li Kerkûkê gavan davêje û ev gav ji nêz va tên şopandin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku, "Em ji bo daxuyaniya hikûmeta Iraqê kêfxweş in ku dibêje li Kerkûkê ji bo elemanên PKKa rêxistina terorî wê musamehe nedin nîşan û mobîlîzekirina wan tê wateya ragihandina şer.
Herêma Kurdistanê di demên dawîn da xeletiyên wahîm kirin û ji bo ku xeletiyeke din jî li van xeletiyên xwe zêde neke, em hişyariyê didin. Kesên dibin wesîle ku PKKa rêxistina terorî ku îhtimal heye li Kerkûkê hizûr û aştiya civakî xerab bike, li vê herêmê melce bibîne; em ê jî wan wek berpirsiyar bibînin.
Bi vê wesîleyê em cardin bêjin ku parastina yekîtiya siyasî û yekparetiya axa Iraqê ji bo me girîng e. Em bal dikişînin, em amade ne ku bi hikûmeta Iraqê ra her cure hevkariyê bikin da ku li ser xaka Iraqê dawî li hebûna PKKê were."
Di daxuyaniyê da hat gotin, Tirkiye ji bo gavên tesîskirina aştiya mayînde û îstiqrarê wê ligel hikûmeta Iraqê be.