Haydar Şahin
27 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2019
Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku li Sûriyeyê di encama operasyonekê de serkirdeyê DEAŞê Ebû Bekir Bexdadî bi mirîtî hatiye zeftkirin.
Trump li Qesra Spî di daxuyaniya xwe de ji bo rojnamevanan destnîşan kir ku di encama operasyonekê de ya ku DYAyê şevê din li Sûriyeyê li dar xist Bexdadî hat kuştin û wiha got, "Ebû Bekir Bexdadî mir. Weke tirsonekekî, bi rev û bi girî."
Trump tekezî li wê yekê kir ku di dema operasyonê de ketiye nava tunêlekê û K9ên Amerîkan wî şopandine û wiha jî got, "Bexdadî di nava tunêlêdî êlegê li xwe teqand. Encamên DNAyê teyîd kirin ku kesê mirî ew e."
Serokê DYAyê Trump destnîşan kir ku di operasyona kuştina Bexdadî de ew bi kordîne digel Tirkiye û Rûsyayê xebitîne û spasiya van herdu welatan kir.
Trump herwiha anî ziman ku YPG/PKKya ku weke "Kurdên Sûriyeyê" pênase dike, di wê mijarê de gelekî alîkariya wan kirine.
Trump wiha got: "Tirkiyeyê dizanibû em bi ku de diçin, tu pirsgirêk çênebû, pir alîkarî kirin, nuwaze bû."