Hemin Hüseyin
26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2018
HEWLÊR
Şexsiyetê navdar ê siyasî û rihsipiyê civaka Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê Şêx Ebdurrehman Bin Osman, der barê têkiliyên Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyê de got: "Di demên rabirdû de me û Tirkiyê fêdeyeke baş ji hev dît. Xelkê me yê Rojava jî xwedî neft û dewlemendiyan e, dikaribûn bi Tirkiyê re têkiliyeke baş deynin û ji rewşê îstifade bikin. Lê ev nekirin."
Kesayetê siyasî û rihsipiyê civaka Kurdî li Herêma Kurdistana Iraqê Şêx Ebdurrehman, der barê Operasyona Efrînê û têkiliyên Herêm-Tirkiyê de daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
"Şer û ajawe li ku hebe ne xweş e. Ev tiştên ku li nêzîkî me rûdidin bi rastî ji bo me sext in" bi van gotinan helwesta xwe ya li ser şer diyar kir û Şêx Ebdurrehman wiha axivî:
"Zilhêzan ev rewşa herî ya li Sûriyê ji bo armancên xwe yên taybet durist kirine. Zerermendên vê pêvajoyê jî nîştecihên wan deveran in bi hemû pêkhateyan ve. Hemû hêzên ku hatine, dewlet û DEAŞê xelk veder kirine û bajêr talan kirine, kesî dest neavêtiye avakirina bajaran. "
Li ser şerê Sûriyê û helwesta Kurdên wê derê jî Şêx Ebdurrehman got "Sûriye qadeke xeternak e û ji ber ku gelek hêz di nav vî welatî de hene zerermend xelk e" û wiha dewam kir:
"Şerê Sûriyê dikeve 7 saliya xwe. Divabû bira û xwişkên me yên li wê derê ji tecrubeya Herêma Kurdistanê îstifade bikirana. Lê belê ev nekirin û heta di nav xwe de jî li hev nekirin û çend alî ji destkeftiyan hatin bêparkirin. Xwişk û birayên me yên li wir jî sûdê ji van tecrubeyan bistînin. Divê xwe digel muxalefeta rastî ya Sûriyê re biguncînin da ku firsenda aramiyê bikeve dest."
Ji bo têkiliyên Herêm-Tirkiyê de jî wiha nirxandin kir:
"Di demên rabirdû de me û Tirkiyê fêdeyeke baş ji hev dît. Xelkê me yê Rojava jî xwedî neft û dewlemendiyan e, dikaribûn bi Tirkiyê re têkiliyeke baş deynin û ji rewşê îstifade bikin. Lê ev nekirin."
Li ser têkiliyên baş ên Kurdan û Tirkiyê jî got:
"Dema şere Kobanê, Tirkiyê rê da ku Pêşmergeyê Kurdistanê bi çek û teqemeniyan ve derbasî wê derê bibe. Ev encama têkiliyên baş ên Herêma Kurdistan û Tirkiyê bû. "