Ahmet Aydın
26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Di bûyera Mertalê Feratê de, di nava 2 hezar kîlometroçarçik de, ya ku micedeleya herî dijwar li dijî DEAŞê da Tirkiye bû."
Yildirimê ku li Pera Palasê axivî anî ziman ku li Sohbetên Beyogluyê serboriya ji ya kesên li holê cuda nîn e û got, "Em zarokên malbatekê ne ku li erdnîgariya dijwar a Anadoluyê hatine dinyayê û piştî salên zarotiyê bi mebesta siberojeke xweş ber bi rojava, ber bi xerîbiyê ve koç kirine."

Serokwezîr got ku li Kasimpaşa Îplikçiyê Dibistana Navendî ya Pîrî Reîs, li Lîseya Kasimpaşayê jî lîse qedandiye û ne xerîbê vê herêmê ye. Yildirim paşê berê xwe da Şaredarê Beyogluyê Mîsbah Demircan û wiha pê de çû: "Heke ez serdema bê weke Şaredar derkevim pêşberî we şaş nemîne. Ji xwe karê me diqede, em tezkerecî ne tu dizanî."
- "Hembêzvekirin ji bo kesên di tengasiyê de, di genên me de heye"
Yildirim tekezî li wê yekê kir ku tu carî ji ber hatina 3,5 mîlyon mirovî bo Tirkiyeyê gazinc nekirine û got, "Di rabirdûya me de, di urf adetên me de heye, hembêzvekirin ji bo kesên di tengasiyê de, nanparvekirin bi wan re, di genên me de heye. Me ti zirar ji vê nedît. Nuha jî ji bo em rûbirûyê pirsgirêkin mezintir nebin, em li wan herêman em li dîjî rêxistinê terorê yên weke DEAŞ, PKK û dûvikên wan herwiha li dijî FETOyê micadele dikin."

Bînalî Yildirim herwiha got, "Di bûyera Mertalê Feratê de, di nava 2 hezar kîlometroçarçik de, ya ku micedeleya herî dijwar li dijî DEAŞê da Tirkiye bû. Nuha ji 100 hezarî zêdetir mirov vegeriya wê herêmê, bi cih bûn, bazirganiyê dikin û bi hêvîdarî li siberojê dinerin. 160 hezar xwendekar diçin dibistanê. Nexweşxane û dibistanên wan hene, qereqolên wan, her tiştên wan hene. Li gorî saziyên xwe yên îdarî danîn. Tirkiye piştgiriya wan dike, çavkaniyê bo wan dabîn dike. Em dixwazin çi bikin? Em dibêjin li seranserê Sûriyeyê ev mumkin e. Me 3 hezar û 600 çekdarên DEAŞî berteref kirin. Amerîka dinyayê radikê ser pê, lê tiştek li holê tune. Li Iraqê, li Sûriyeyê gotin geleke, îcraet zeîf e. Lê em dikin, nimûne li ber çavan e. Nuha hinek alî dibêjin 'Tirkiye çima diçe Efrînê, çima destê xwe lê werdide?' Divê mirov rastiyan bizanibe. sala 2012an PYD/YPG ku heman pêkhateya PKKya rêxistina terorê ye hat li rojhilatê Feratê, ber bi Efrînê ve bi cih bû. Li pêkhateya demogofîk a Efrînê binerin, ji sedî 60 exlebe Ereb in, ji sedî 35 jî kurd in, Tirkmen hene û hindik jî ji qewmên din millet hene. Hatin bi çekdarên xwe li vêderê fişar danîn, dest danîn ser mal û milkên xelkê, xerac dane hev, bi darê zorê zarok xistin bin çek. Sala 2014an jî rabûn gotin em vêderê weke 'kanton' îlan dikin. Piştî ku kanton îlan kirin sînorên wan ên bi qasî 130 kîlometroyî bi asoyî bi qender 90 santîmetroyî qalind tunel kolan, sîper danîn û çekdarên xwe li wêderê bi cih kirin. Çima hûn vî tiştî dikin? Hûn kî ne? Ma hûn dewleta Sûriyeyê ne?."
Serokwezîr Yildirim anî ziman ku ji aliyê Sûriyeyê ve 95 mûşek hatine avêtin û got, "12 welatiyên me, 13 jî Sûriyeyê bi giştî 25 kesan canê xwe ji dest dan. Mûşek li Hatayê, li Kilîsê dikevin, bombe dibarin, hertim tacîz heye. Nuha emê çi bikin, ma emê xwe ne bihîstî bikin? Na, emê nekin."
Serokwezîr wiha axivî:
"Welatekî mezin weke Amerîkayê, artêşa wê hewqas mezin, îmkanên hewqas gelek in, ma gelo muhtacê 3-4 qatil û rêxistina namerd a terorê ye. Daxuyaniyeke weke 'Em li başûrê sînorên Tirkiyeyê artêşeke 30 hezar kesî, çêdikin' dan. Ev tê çi wateyê? Sînorên başûr ên Tirkiyeyê sînorên NATOyê ne. Ez fêm nakim, evna sînorên NATOyê weke tehdîdekê dibînin, welateke endamê NATOyê artêşekê çê dike. Ev dijminayetiyeke eşkere ye. Tirkiye ji vê bêariyê, ji vê hetîketiyê re misaede nake. Kî li pişt vî tiştî be, hêza wan her çiqas be, navê wê her çi be, wê Tirkiye misaedê nede."