Wezareta Karên Navxweyî da zanîn ku li Diyarbekirê di dema mitînga HDPyê de li du cihên cuda teqîn çêbûye, di bûyerê de 2 welatiyên me mirine, li gor tespîtên ewil ji 100î jor welatiyên me jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de wiha hat gotin:
"Îro dora saet 17.50yan de di dema mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li du cihên cuda teqîn çêbûye, di bûyerê de 2 welatiyên me mirine, li gor tespîtên ewil ji 100î jor welatiyên me jî birîndar bûne."
Wezareta me der barê bûyerê de ekîbên pispor şandin Diyarbekirê. Ji bo ku rastiya bûyerê ji hemû aliyan ve derxînin holê û kiryar bên dîtin xebatên ku hewce dikin dan destpêkirin.
Tê nirxandin ku çalakî ji bo ku nehêle li welatê me demokrasiya me, hilbijartin di nav atmosfera aramî û ewlehiyê de bê kirin, hatiye kirin. Xwedê rehma xwe li kesên ku di bûyerê de mirin bike, sebrê bide malbat û xizmên wan û serê wan sax be, Xwedê şifaya xêrê bide welatiyên me yên birîndar."