Eşber Ayaydın,Yasin Dikme
14 Gulan 2023•Rojanekirin: 14 Gulan 2023
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag ji bo Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28em dengê xwe li Şanliurfayê da.
Wezîr Bozdag bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Zeynel Abîdîn Beyazgul û Serokê Bajêr ê AK Partiyê Alî Îhsan Delîoglu ra hat Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Bahçelîevler Saadet Ozdemirê.
Bozdag dengê xwe li ser sandoqa ku nimreya wê 1075 e, da û di derketinê da ji rojnamegeran ra got ku hilbijartin seba hemû welêt bi xêr be.
Bozdag daxuyand ku wî dengê xwe da û wiha axivî:
"Bi xêr be. Îro miletê me wê seba paşeroja ewladên me, malbata me, miletê me û dewleta me biryarê bide. Ji niha va biryara wan bi xêr be. Li Şanliurfayê hilbijartin di nava feraseteke demokratîk da derbas dibe. Bêguman li tevahiya welêt wê wisa derbas bibe.Tirkiye û miletê me yê ezîz di vê mijarê da ji berê va mînakên demokratîkbûna kemilî nîşan daye. Wê di vê hilbijartinê da jî nîşan bide. Bira hilbijartin seba Şanliurfaya me, Tirkiyeya me û miletê me yê ezîz ser xêrê be. Encam ji niha va bi xêr be."