Fabîus daxuyand ku piştî ku li Iraqê ji hêla ewlehiyê ve valahiyek çêbû Barzanî ev valahî bi pêşmergeyan ve tije kir, ji ber vê jî ew sipasiyê heq dike.
Li ser malpera înternetê ya Serokatiya HKIyê daxuyaniyek hat weşandin û di daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabîus û Serokê HKIyê Mesûd Barzanî der barê bûyerên Mûsilê û pevçûnên Iraqê de li ser telefonê axivîn.
Fabîus got ku pêşmergeyan valahiya artêşa Iraqê ya ku vekişiyan tije kir û ji ber vê jî spasiya Barzanî kir. Fabîus got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê deriyên xwe mirovên ji Mûsilê revîne re vekirine û ji ber vê jî ew teqdîrê heq dikin.
Fabîus daxuyand ku Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande ji ber rewşa Iraqê bi fikar e, lê Barzanî rêberekî wisa ne ku dikare li hember qeyranê bisekine û welêt ber bi aramiyê ve bibe.
Serok Mesûd Barzanî jî spasiya Fabîus kir û got ku herêma Kurdistanê dê her tim bibe herêmeke biewlehî û aram.
Barzanî daxuyand ku pêşmerge ewlehiya hemû mirovên xwedî nijad û olên cuda ne diparêze û ji bo ku îstiqrar dewam bike ji hêla siyasî û leşkerî ve çi hewce bike ew ê xebatên xwe bidomînin.