Fatih Gazioğlu
01 Sibat 2019•Rojanekirin: 02 Sibat 2019
HAKKARÎ
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji bo beşdarbûna hin bernameyan hat Hekariyê.
Wezîr Soylu li Balafirgeha Selaheddîn Eyyûbî ji hêla Walî Îdrîs Akbiyik, Cîgirserokê Şaredar û Qaymeqamê Geverê Ramazan Kenduzler, Wekîlê Serokê Şaredariya Hekariyê Cuneyt Epcîm, Midûrê Ewlehiya Bajêr Suleyman Suvat Dîlberoglu, amîrên saziyan û tîma fitbolê ya jinan va hat pêşwazîkirin.
Wezîr Soylu li vê derê behnekê bi keçên di tîma fitbolê de dileyîzin re sohbet kir û piştra bi endamên protokolê ra derbasî Hekariyê bû.
Soylu li Hekariyê jî ji hêla nûnerên Saziyên Civakî yên Sivîl û welatiyan re hat pêşwazîkirin.
Soylu li sûka Hekariyê behnekê geriya û esnaf ziyaret kirin. Soylu nimêja înê li mizgefta Hecî Seîd kir.
Wezîr Soylu wê li bajêr beşdarî hin bernameyan bibe û bi nûnerên STKyan re wê were bal hev.