02 Sibat 2019•Rojanekirin: 03 Sibat 2019
MALATYA
Gultan Kişanaka Şaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê ya berê ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" 14 sal û 3 meh û Sebahat Tuncela Hevseroka Giştî ya DBPyê jî ji ber heman sûcan 15 sal cezayên hepsê xwarin.
Doz li Dadgeha Cezayê Giran ya 5emîn hat kirin û Gultan Kişanak û parêzerên bersûcan hazir bûn û Sebahat Tuncel jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê beşdar nebû.
Heyeta dadgehê ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" 14 sal û 3 meh ceza da Gultan Kişanaka Şaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê ya berê û ji ber heman sûcan jî 15 sal cezayên hepsê da Sebahat Tuncela Hevseroka Giştî ya DBPyê.