İSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Wê nikaribin asteng bikin ku Tirkiye bigihêje armancên xwe yên 2023yan. Em wisa bawer dikin ku li ser hesabekî hesabek heye û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê zêdetir çêbikin, îxrac bikin û îstihdamê çêkin. Li ku dibe bira bibe em ê alîkariya mezlûman bikin û li hember zaliman bisekinin. Lewra dinya ji 5ê mezintir e û em ê di rêya xwe da bimeşin."
Serokomar Erdogan: "Ew êrîşên ku hedefa wan tiştên Tirkiyeyê di 12 dalan da bi dest xist jî di nav da ew tişt in ku ji bo gel hatine qezenckirin. Ji ber vê yekê ji aliyekî va jî li dijî şexsê min in. Dema ku ez bûm Serokomar ez ji wezîfeyên xwe yên ji bo pêşeroja Tirkiyeyê azad nebûm. Ez bawer dikim ku ew wezîfeyên min hê jî zêde bûn."
"Ez li vê dera careke din bangî civaka ermeniyan û kesên ku piştgiriyê didin wan dikim. Heke ji bo meseleyên dîrokê hesab wê bên dayîn û rêyek bê vekirin bila qet gumana we tunebe di vê mijarê de welatê herî rihet Tirkiye ye, bila qet şika we tunebe. Ez dîsa bi îdia dibêjim, ey Yekîtiya Ewropayê tu wan şîretên ku li me dikî ji xwe re veşêre. Çima? Binihêrin hûn dibêjin arşîvên xwe vekin. Em 15 sal e ku dibêjin arşîvên me vekirîne û em amade ne. Guhe wan heye nabihîsin, çavên wan heye lê nabînin, zimanê wan heye û ji heqiyê xeber nadin."