ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di taştêya ku bi destê Weqfa kirşehîriyan li Girtîgeha Ulucanlarê hat dayîn de axivî û got: "7ê Hezîranê wê bibe rojbûna Tirkiyeya nû, di avakirina Tirkiyeya nû de wê ji bingehên sereke yek be."
Akdogan destnîşan kir ku di demên dawîn de li Tirkiyeyê pêşketinên pir girîng pêk hatin û wiha pê de çû: "Di hêla demokratîk de me destketiyên hêja qezenc kirin. Di hêla aboriyê de pêşketinên mezin pêk hatin, di her aliyî de êdî hêvî zêde dibin û baweriya ku Tirkiye dikare tiştên ji vana mezintir bike bi cih bûye. Ji bo ku ev hêvî mezin bibe divê em Tirkiyeya nû bi hev du re amade bikin. Di vê hilbijartinê de em ê vegerin Tirkiyeya berê û yan jî Tirkyeya nû bi hevdu re ava bikin? Bi rastî ev hilbijartin hilbijartina wê ye."