16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2016
ANKARA
Nûman Kurtulmûşê Alîkarê Serokwezîr, der barê Pêvajoya Çareseriyê got, "Xwedanê vî karî gel e. Di vê mijarê da wê digel rêxistin û şebekeyên terorê da danûstan neyên kirin."
Kurtulmuş beşdarî bernameya "Îskele Sancak"ê ya Kanal 7yê bû û der barê rojevê da axivî û bersiva pirsyaran da.
Kurtulmuş destnîşan kir ku xwedî û serwerê Pêvajoya Çareseriyê gel e û got, "Fikrên kê di vê mijarê da hebin emê guhdarî bikin. Jixwe damezrandina heyeta rûsipiyan bi vê mebestê bû. Qismen bi kêr jî hat. Ji îro pê da jî wê wiha bidome. Di vê mijarê da, wê digel rêxistin û şebekeyên terorê da danûstan neyên kirin.
Der barê gotinên Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ku gotibû, "Ewên ku êrîşa Çinarê li dar xistine, ji bo jin, bebek û sivîlan, divê rabin lêborîna xwe bixwazin" Kurtulmuş got, "Em hêvîdar in, mirovên nav rêxistina terorê da yên ku ev êrîş kirine derkevin û bêjin 'Em lêborîna xwe dixwazin' em hêvîdar in ku ev gotin ji rêxistina terorê ra hatibe gotin."
Kurtulmuş axaftina xwe wiha domand, "Xwezî Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û berpirsên din yê wê partiyê, hertim ji rêxistina terorê ra bigotana 'Bisekinin, hûn çi dikin, hûn neheqiyê li hember vî gelî dikin, ev leşker, cendirme û polês gelê vî welatî ne. Ji bo çi hûn van êrîşan li dar dixin, çima hûn van çalan dikolin, çima hûn van bombeyan diçînin?' Ji bo her kuştiyekî wê bûyerê dilê me diêşe. Mirina zaroyan... Ev mirovtî ye? Na ev hovîtî ye. Heger bi rastî dixwazin rêya siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê vebe, ev dikeve ser milê HDPyê."
- "Tişta em li dijî wê ne, perçebûna Sûriyeyê ye."
Ji Kurtulmuş der barê rewşa Sûriyeyê da hat pirsîn, "Tê gotin ku YPGya hêza çekdara PYDyê û Artêşa Sûriyeya Demokrat (ASD) ku hinek şervanên ereb di nav wan da ne, derbasî rojavayê Feratê bûne. Hikûmetê gotibû 'Heger hûn derbas bin emê li we bixin, hûn nikarin derbas bibin'. Gelo çi bû? Gelo 'xêzên sor' yên Tirkiyeyê hatin îxlalkirin? Kurtulmuş wiha bersiv da:
"Li gorî zanyariyên di destê me da, endamên PYDyê derbasî rojavayê Feratê nebûne. Ew endam gelo endamên PYDyê ne yan na ew jî cihê nîqaşê ye. Tirkiye di vê mijarê da hessasiyeta xwe diparêze û wê li gorî wê tevbigere."
Kurtulmuş her wiha got, "Em ji hebûna kurdan ya li bakurê Sûriyeyê nerehet nînin. Heger Sûriyeke nû hat avakirin, asayî ye ku nûnertiya birayên me yên kurd tê da hebe. Tenê tişta em li dijî ne, perçebûna Sûriyeyê ye."