Türkan Tosun
15 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
ANKARA
Ziyareta Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ya ku wê di 19ê adarê de biçûya Amerîkayê hat taloqkirin.
Çavkaniyên dîplomatiik daxuyandin gera Çavuşoglu ya ku wê di 19ê adarê de biçûya Amerîkayê hat taloqkirin.
Li bendê bûn ku di ziyareta Çavuşoglu de behsa Minbicê bê kirin.
Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de sê komîteyên teknîkî hatibûn avakirin ku der barê têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO), mijarên Iraq û Sûriyeyê de hevdîtin bên kirin. Ji van komîteyan komîteya Sûriyeyê civîna xwe ya ewil demek berê li Amerîkayê kiribû.
Çavuşoglu duh li Moskovayê bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hatibû bal hev û wiha gotibû: "Di 19ê mehê de li Washingtonê hevdîtîneke me wê hebûya, lê ji ber ku Rex Tîllerson dev ji wezîfeyê berda dibe ku ev bê taloqkirin. Emê ka çi bikin, em li ser vê diaxivin."
- Tîllerson ji wezîfeyê dûrxistin
Serokê Amerîkayê Donald Trump du roj ewil li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyandibû ku şûna Wezîrê Karên Derva Rex Tîllerson wî Dîrektorê CIAyê Mîke Pompeo, şûna Pompeo jî Gîna Cherî Haspel wezîfedar kiriye.