MARDIN/ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler Li Mardînê bersiv da pirsên rojnamevanan û got piştî êrîşa li ser mala polîsan, komeke ji 2 hezar polîsan pêktê demildest dest bi operasyonê kir û di operasyonê de ji êrîşkaran yek mir, yek jî weke birîndar hat girtin.
Guler destnîşan kir ku yên êrîş pêkanîn endamên rêxistineke derqanûnî ya çepgir in û got: "Hat tespîtkirin ku terorîstê di bûyerê de mir, êrîşa li ser Navenda AK Partiyê jî wî kiriye."
Guler îfade kir ku terorîstan xwe dane pişt panoyên reklamê û êrîş wisa kirine.
Waliyê Enqerê Alaaddîn Yuksel jî der heqê êrîşê de agahî dan û wiha got: "Terorîstan bi roketa RPG-7ê êrîş kirin. Di êrîşê de tiştek bi tu kesê nehat lê di avahiyan de xisar çêbû. Terorîst peya hatin cihê bûyerê û piştî bûyerê jî peya revîn."