MARDİN
Wezîrê Karên Hundir Muammer Gûler wiha got: "Aramî nebe li herêmê sermayedanîn çênabin. Ji ber vê divê em qîmeta pêvajoya çareseriyê bizanibin."
Gûler li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ya Mêrdînê di vekirina fabrîqeyeke nû de axaftinek kir. Gûler di axaftina xwe de diyar kir ku Mardîn bajarekî wisa ye ku bawerî û çandên cuda lê bi hev re dijîn û bi tirkî, erebî, kurdî û suryankî ji beşdarvanan re got "Hûn bi xêr hatin".
Gûler diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê ji hemû herêman piştgirî heye û wiha got: "Ev 7-8 mehên dawî mirovên li vir aramiya pêvajoya çareseriyê dijîn. Ez dizanim ku Herêma Pîşesaziya Organizeyê çiqas alikariya îstihdam û bacên li welêt dike. Helbet sedema vê jî aramî ye. Heke aramî nebe li herêmê sermayedanîn çênabin. Ji ber vê, divê em qîmeta pêvajoya çareseriyê bizanibin. Ji bo ku ev pevajo nedome hin xebat henin, haya me bi van heye. Lê înşallah gelê herêmê dê bersîvê bide wan. Di nav 10 salên dawîn de di sermayedanînan de li herêmê bi taybetî jî li Mêrdînê nêzî 75 qatî zêdebûn çêbû. Lê ev têrê nake."
Piştî axaftinan Wezîr Gûler fabrîqe vekir û dû re çû navçeya Kiziltepeyê gundê İşikliyê ku sersaxiyê bide malbata Hecî Şakir Duyan.