AGRI
Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik der barê îdiayên dibêjin ku li şaredariyê hin karker ji kar hatin derxistin de got ku "Dawî li karê 156 kesan nehatiye anîn. Ji ber ku peymana şirketa taşeron a heyamê qediya tenê dawî li peyman 43 kesan anîn."
Sakik daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di hin weşanên çapemeniyê de nûçeyên dibêjin ku li Şaredariya Agiriyê karker ji kar hatin derxistin, derketin lê belê ev nûçe rast nînin.
Sakik destnîşan kir ku tu kesî ku bi keda xwe dixebite ji kar nehatiye derxistin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Daxuyaniyên ku tên dayîn ji bo rûreşkirina şaredariya me ne. Dawî li karê 156 kesan nehatiye anîn. Ji ber ku peymana şirketa taşeron a heyamê qediya tenê dawî li peyman 43 kesan anîn. Firmaya teşaron a niha dawî li karên wan anî û şûna wan de kesên nû girtin. Di encama xebata ku hevalên me yên kar bi awayekî tîtîz kir de bi dehan kesên ku li cihên wek Denîzlî, Stenbol û Balikesîrê dijîn, mehane distînin û parêzvaniya şaredarê berê kirine hatin tespîtkirin û dawî li karên wan anîn."
Sakik da zanîn îdiaya dibêje ji ber ku karker beşdarî xwepêşandanan nebûn, ji kar hatin dûrxistin, bêbextî ne.
Komeke karkerên îdia dikin ku ji kar hatin dûrxistin, dan zanîn ku piştî hilbijartinên şaredaryiê birêvebiriya şaredariyê ya nû ji roja ewil be polîtîkaya çavtirsîkirinê tetbîq kir û wan li yekîneyên cuda dan xebatindan.