Elif Orhan
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 25 Hezîran 2018
ANKARA
Namzedê serokomariyê yê CHPyê Muharrem înce dê îro di saet 12.00ê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide.
Di daxuyaniya ku ji ofîsa Hilbijartinê ya Înce hat dayîn de hat ragihandin ku Înce dê der barê encamên hilbijartinê de îro di saet 12.00ê de li Navenda Giştî ya CHPyê daxuyaniyekê bide.
Ji aliyê din ve Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji partiyê derket.