Elif Orhan
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
TBMM
Di dengdayîna ku di Lijneya Giştî ya TBMMê hat kirin de Parlementerê AK Partiyê yê Stenbolê Îsmaîl Kahraman 289 deng sitandin û careke din wekî Serokê Parlementoyê hat hilbijartin.
509 parlementer beşdarî dengdayîna tûra sêyemîn a di Lijneya Giştî de bûn.
Parlementerê AK Partiyê yê Stenbolê Îsmaîl Kahraman, Parlementerê CHPê yê Îzmirê Zekeriya Temîzel 124, Parlementera HDPê ya Hekariyê Selma Irmak 37, Parlementerê MHPê yê Stenbolê Celal Adan 36, Parlementerê IYI Partiyê yê Qeyseriyê Yusuf Halaçoglu 7 deng sitandin. 16 deng jî nederbasdar hatin qebûlkirin.
Li gor vê Kahraman di dengdayîna tûra sêyemîn de ji 276an zêdetir deng sitand û careke din wek Serokê Parlementoyê hat hilbijartin.