Kemal Karadağ, Aykut Yılmaz
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Abdulhamit Gul û Serokê Komîsyona Edaletê ya TBMMyê û Parlamenterê Stenbolê Cuneyt Yuksel, Koma CHPyê ziyaret kir.
Gul û Yuksel li Meclisê ligel Sevda Erdan Kiliça Wekîla Serokê Koma CHPyê û Înan Akgun Alpê Parlamenterê Qersê hevdîtin kir.
Diyar bû ku di hevdîtinê da ya ji çapemeniyê ra girtî pêk hat û qedera 30 deqîqeyî dewam kir, Pêşniyaza Qanûnê ya Têkildarî Hevgirtina Neteweyî û Xurtkirina Yekbûna Civakî ya di çarçoveya Tirkiyeya Bêteror da hat gotûbêjkirin.
Piştî hevdîtinê li ser pirsa rojnamegerekî ya gelo pêşniyaz dê kîngê ji Serokatiya Meclisê ra bê pêşkêşkirin, Gul wiha bersiv da, "Hevdîtin baş diçin. Em ê sibê înşelah bidin."