Zekeriya Karadavut
24 Mijdar 2026•Rojanekirin: 24 Mijdar 2026
Li Aksarayê otobêsa rêwiyan welgeriya û jê yek giran, 22 kes birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a ku şofêrê wê Abdulkadîr Y. (52) û plaqeya wê 33 ANR 034 e li ser rêya Aksaray-Nevşehirê, di kîlomêtroya 45emîn da welgeriya.
Li ser cawdayînê cendirme, polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Li gorî agahiyên ewil, di qezayê da 22 kes birîndar bûn.
Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku rewşa birîndarekî giran e.