Yiğithan Yıldız, Ayşe Şensoy Boztepe
12 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2026
Li Aksuya navçeya Antalyayê midîbusek welgeriya, jê yek giran bi tevahî 17 kes birîndar bûn.
Midîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 59 AGZ 918 e, li ser rêya Antalya-Ispartayê, li xaçerêya Taxa Topalliyê welgeriya.
Li ser cawdayînê ekîbên agirkuj, tendurîstî û polêsan çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 17 kes birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê piştî midaxaleya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Walîtiya Antalyayê der barê qezayê da daxuyand ku ji 23 rêwiyan jê 17 kes birîndar bûne û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Rewşa birîndarekî giran e û ekîbên me yên ku çûn cihê bûyerê midaxaleya pêwîst dikin."
Hat gotin hurgiliyên der barê qezayê da tên şopandin û raya giştî wê bê agahdarkirin.
Ji ber qezayê hatin û çûyîna li ser rê bi awayekî kontrol dewam dike.