Ömer Faruk Salman
07 Gulan 2026•Rojanekirin: 07 Gulan 2026
Li Bendava Doganpinarê ya li Oguzeliya navçeya Gazîentabê cî û warên kevnar ên ku par ji ber hişkayiyê derketibûn rûyê erdê, dîsa di binê avê da man.
Barana ji destpêka salê û pê va barî asta avê ya bendavan zêde kir.
Asta ava Bendava Doganpinarê jî gihîşt ji sedî 85an.
Cî û warên kevnar ên li Taxa Belorenê yên ku ji ber hişkayiyê derketibûn rûyê erdê, ji ber ku asta avê ya bendavê zêde bû dîsa di binê avê da man.
Dîmenên cî û warên ku di binê avê da mane bi dronê hatin kişandin.