Huzeyfe Tarık Yaman
07 Gulan 2026•Rojanekirin: 07 Gulan 2026
TBMM (AA) - Heyeta "Dayikên Aştiyê" ya bi refaqeta Ayşegul Dogana Parlamentera Şirnexê û Berdevka DEM Partiyê, li TBMMyê Koma MHPyê ziyaret kir û bi Erkan Akçay û Filiz Kiliça Wekîlên Serokê Komê ra hatin cem hev.
Behiye Yalçin, Afife Kartal û Muzeyyen Butunê li ser navê "Dayikên Aştiyê" di heyetê da cih girtin û her wiha di ziyareta wan da Dogana Parlamentera Şirnexê û Berdevka DEM Partiyê û Adalet Kayaya Parlamentera DEM Partiyê ya Diyarbekirê di ziyaretê da hevaltiya heyetê kir. Heyet bi Erkan Akçay û Filiz Kiliça Wekîlên Serokê Koma MHPyê ra hat cem hev.
Hevdîtina li Salona Civînê ya Lijneya Rêveberiya Koma MHPyê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û saetekê dewam kir.
Doganê piştî hevdîtinê pirsên rojnamegeran bersivandin û diyar kir ku ew ê di çarçoveya plansaziyê da AK Partiyê jî ziyaret bikin.
Doganê destnîşan kir ku di hevdîtinê da wan laçika spî wek diyarî radestî heyetê kir ku bidin Bahçelî û wek beramberî vê jî Kiliçê laçika zer da wan.
"Dayikên Aştiyê" yên di heyetê da jî ji ber hevdîtinê spasiya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û MHPyê kir.
"Dayikên Aştiyê" destnîşan kirin, Akçay û Kiliçê bi minasebeta Roja Dayikan, ew bi qurnefîlan pêşwazî kirin û her wiha ew hêvî dikin ku rojên dahatûyê pêk va di nav aştî û xweşiyê da derbas bikin.