Ji ber aloziya navxweyî ya li Sûriyeyê Deriyê Gumrikê yê Akçakaleyê demeke dirêj e girtîbû û karûbarên ketin û derketina bi pasaportê ya li vir dîsa dest pê kir.
Deriyê Gumrikê yê Akçakaleyê ji ber aloziya navxweyî ya li Sûriyeyê di 2014yan da ji derbasbûna sivîlan û bazirganiyê ra hat girtin.
Li vir heyameke nû dest pê kir û derbasbûna bi pasaportê wê çêbibe.
Welatiyên ku dixwestin derbasî Sûriyeyê bibin li ber deriyê gumrikê kom bûn. Piştî kontrola pasaportê û karên pêwîst, derbasbûna wan pêk hat.
Şaredarê Akçakaleyê Abdulhakîm Ayhan di daxuyaniya li wir da kêfxweşiya xwe ya ji bo vebûna deriyê sînor anî ziman û wiha axivî: "Ji ber şerê navxweyî yê li welatê cîran Sûrîyeyê, deriyê me yê sînor ji ber sedemên ewlehiyê demeke dirêj e tenê ji bo derbasbûnên alîkariya mirovî vekirî bû. Niha welatiyên me yên xwedî pasaport wê bikaribin derbasî aliyê din bibin. Komara Tirkiyeyê ji ber ewlehiya welatiyên xwe, heta ku li aliyê din rewşa ewlehiyê ya pêwîst çêbibe derî venekiribû. Piştî xebateke nêzîkî mehekê, derbasbûnan ji nû va dest pê kir. Em hêvî dikin ku ev ji bo welatê me, bajarê me û navçeya me bi xêr be."
Naîm Huseyînê ku derbasî Sûriyeyê bû ji ber vebûna deriyê sînor kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Derî vebû şikir. Ez spasiya dewleta me dikim. Înşallah êdî baştir be."
Cabir Kubeynî jî daxuyand wî biryar daye ku ew bi jin û zarokên xwe ra vegere welatê xwe.