Talha Koca
22 Mijdar 2026•Rojanekirin: 22 Mijdar 2026
Li deverên bilind ên Erziromê û li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê berf barî.
Barana ku li navenda bajêr ji duh êvarê pê va dibarî, li navenda xweşiqitandinê û deverên bilind cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Hin welatiyên ku bi malbatên xwe ra çûn li navenda xweşiqitandinê, bi gogên berfê ra lîstin û dema xwe xweş derbas kirin.
Li gorî daneyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, qalindahiya berfê gihîşt 15 santîmêtroyan.
Dîmenên navenda xweşiqitandinê ya bi berfê spî bûye bi dronê hat kişandin.