İbrahim Yaldız, Ömer Varlık
22 Mijdar 2026•Rojanekirin: 22 Mijdar 2026
Li Mûşê ji ber ba û bahoza xurt dîregên ceyranê û dar welgeriyan, hin wesayîtan jî zirar dît.
Li bajêr danê êvarê bayekî xurt çêbû.
Ji ber bahozê pêlekanên şewatê yên derva yên avahiyeke 11 qatî ya li nêzîkî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hilweşiya ser wesayîteke di rê da diçû.
Di bûyerê da wesayîtê zirar dît.
Li gelek cihên bajêr dîregên ceyranê û dar welgeriyan.
Ji ber ba û bahozê dîregeke ceyranê ket ser wesayîteke sekinîbû, ji ber bûyerê di wesayîtê da xisar çêbû.