Talha Koca, Günay Nuh
08 Mijdar 2026•Rojanekirin: 08 Mijdar 2026
Li Erzirom û Erdexanê bi barîna berfê ra herêmên bilind spî bûn.
Li Erziromê ji duh va barîna berfê bi navber berdewam dike.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifrê da wekî 2 pile hat pîvan, bi barîna berfê ra Navenda Kaşûnê ya Palandokenê spîçîl bû.
Li navenda bajêr hinek zarokan bi lîstina goga berfê dema xwe bi kêfxweşî derbas kirin.
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ku stûriya berfê gihîşt 10 santîmetreyan, pergalên çêkirina berfa sûnî jî hatin aktîfkirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî li herêmên bilind berf bariya.
Bi barînê ra herêmên bilind ên bajêr spî bûn.
Li navenda bajêr jî şilopeyê bandor kir.