Hüseyin Demirci, Günay Nuh
21 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê û Erdexanê mij û qiravî çêbû.
Li Qersê du rojan barana gur barî û germahiya hewayê bi şev daket pileyekê.
Serê sibê Geliyê Keklîkê bi qiraviyê spî bû.
Li herêma Hançerliyê jî mij çêbû, paceyên wesayîtan, dar û beran qiravî girt.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ji ber ku germahiya hewayê kêm bû, serê sibê li navenda bajêr mijeke zêde çêbû û mesafeya dîtinê kêm kir.
Li ser rêya Erdexan-Artvînê mijê bandoreke neyînî li ser hatin û çûyînê kir.
Ji ber ku mesafeya dîtinê kêm bû, şofêr bi baldarî çûn û hatin.