Rauf Maltaş
01 Hezîran 2026•Rojanekirin: 01 Hezîran 2026
Li Xelîliyeya navçeya navendê ya Şanliurfayê di malekê da tûp teqiya û kesek birîndar bû.
Li Taxa Devteştiyê di daîreya li zemînê avahiyeke 2 qatî da ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, tûp teqiya.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês û îtfaiyeyê hatin sewqkirin.
Hamza Azizê di teqînê da birîndar bû, piştî midaxeleya pêşîn a ekîbên tenduristiyê, bi ambulansê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Ji ber teqînê, dîwarê daîreyê yê li derva dinihêre hilweşiya û her wiha di 2 wesayîtên parqkirî da xesar çêbû.
Mehmet Yaşarê şahidê bûyerê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew li kuçeya binî rûdinê û wiha dewam kir, "Teqînek çêbû, em veciniqîn û rabûn, me got qey erdhej e, em derketin me lê nihêrî ku tûp teqiyaye. Xwedê ji ya xirabtir sitar bike."