Mehmet Niyazi Deniz, Abdurrahman Binay
01 Hezîran 2026•Rojanekirin: 01 Hezîran 2026
Li Kurtalana navçeya Sêrtê wesayît û kamyonek li hev qelibîn, 3 kes birîndar bûn.
Li nêzîkî gundê Yunuslarê ya li ser rêya Kurtalan-Batmanê wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 35 CMH 499 e û kamyona ku kevirên hûr lê barkirî ya ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 27 AHS 113 e li hev qelibîn.
Di qezayê da her du şofêr û kesekî di wesayîtê da bû, birîndar bûn.
Li ser cawdayinê ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê, agirkuj û cendirmeyan çûn cihê qezayê.
Kesê ku wesayîtê da asê mabû, bi saya ekîbên agirkujê hat xelaskirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Batmanê.