Mehmet Niyazi Deniz
12 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2026
Li Sêrtê 2 kesên di Çemê Botanê da mehsûr man hatin xilaskirin.
Li gorî agahiya ji Midûriyeta AFADê ya Parêzgehê hat wergirtin, duh bo 112 Navenda Hawarê, îxbara "Li tanga Pira Botanê wesayîteke terikandî heye, têlefona xwediyê wesayîtê nayê bidestxistin" hat dayîn û li ser îxbarê ekîbên AFAD, UMKE, îtfaiye û cendirmeyê hatin sewqkirin.
Bi xebata ekîban va ku dron jî hatin emilandin, di saet 23.15an da hat tesbîtkirin, 1,5 kîlometre li biniya cihê wesayît hat dîtin, 2 kesên mehsûrmayî hene ku bi derfeta xwe kelekek çêkirine û derketine ser.
Tarik O. û Muhammed A. yên di çem da mehsûr mabûn, bi alîkariya ekîban hatin xilaskirin.