Orhan Onur Gemici
14 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2026
Li derdora Mersînê îro, li dora Edene, Osmaniye û Kahramanmaraşê û peravên Hatayê jî sibê barana gur ya bibirûsk tê payîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, barana gur a ku dem demî bi awayekî wek tavî û birûsk li Rojhilatê Behra Spî dibare, ji îro danê nîvro pê va wê li derdora Mersînê, sibê jî li derdora Edene, Osmaniye û Kahramanmaraşê û peravên Hatayê bibare.
Hat daxuyandin ev rewş wê sibê heta saet 18.00î dewam bike.