Buğrahan Ayhan
22 Mijdar 2026•Rojanekirin: 22 Mijdar 2026
Nêzî 17 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamosteyên dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) piştî betlaneya navberê ya ewil a sala perwerde û hîndekariyê, sibê dest bi dersê dikin.
Li gor teqwîma MEBê betlaneya navberê ya heyama yekemîn di 16-20ê Mijdarê da hat kirin.
Ji sibê pê va li 81 navendên bajaran û hemû navçeyên wan perwerde û hîndekarî wê dewam bike, nêzî 17 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamoste wê dest bi dersê bikin.
Heyama yekemîn a sala perwerde û hîndekariyê ya 2026-2027an wê di 22yê Rêbendana 2027an da kuta bibe. Betlaneya nîvê salê wê 25ê Rêbendana 2027an roja duşemê dest pê bike û 5ê Sibata 2027an roja înê kuta bibe.
Heyama duyem wê 8ê Sibata 2027an roja duşemê dest pê bike û 25ê Hezîrana 2027an roja înê kuta bibe.
Betlaneya navberê ya heyama duyem jî wê di navbera 8-12ê Adara 2027an da were kirin.