Orhan Onur Gemici
08 Tebax 2026•Rojanekirin: 08 Tebax 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê li ser bingeha jêvegerandina kolektîf e, dê beşdarî hevkariya ewlehî û parastinê, projeyên hevbeş ên pîşesaziya parastinê û dije-terorê bibe."
Serokomar Erdogan di parvekirina xwe ya li ser medyay civakî da bi bîr xist ku ew li ser vexwendina Şehzadeyê Cihnîşinê Erebistana Siûdiyê Muhammed bin Selman serdana Mekkeyê kiriye û di vê serdana xwe da bi Bin Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ra hevdîtin kiriye.
Erdogan bi bîr xist ku her 3 welatan Peymana Parastinê ya Hevbeş îmza kirine û wiha pê daçû:
"Ev peymana ku li ser bingeha jêvegerandina kolektîf e, dê beşdarî hevkariya ewlehî û parastinê, projeyên hevbeş ên pîşesaziya parastinê û dije terorê bibe.
Herwiha ev peymana ku mafê parastina xwe wekî ku di xala 51ê ya Peymana NYyê da hatiye destnîşankirin, piştrast dike, ti welatekî hedef nagire û ji bo beşdarbûna welatên bira yên ku armanc a wan aştî, aramî û îstîqrara herêmê ye, vekirî ye.
Tirkiye dê helwesta xwe ya bi binemaya çareserkirina nakokî û qeyrana bi rêya diyalog û dîplomasiyê, li ser bingeha rêzgirtina ji hiqûqa navneteweyî, bidomîne.
Ez ji Xwedê hêvî dikim ku serdana me, şêwira me û peymana ku me îmza kiriye ji bo tevahiya herêma me bibe sedema xêrê."